AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Peywendîyên ticarî yên Îran û Hindûstanê seratir ji yên warê enerjîyê ne

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser derfetên aborî û ticarî yên Îran û Hindûstanê û got ku peywendîyên bazirganîyê yên her du welatan seratir ji yên warê nift, gaz û enerjîyê ne.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li civîna hevpar a bazirganên îranî û hindî li bajarê Dêlhîya Nû li ser berfirekirina peywendîyên her du welatan sekinî û got: Aborîya Îran û Hindûstanê wekî mezintirîn derîner û mesrefkirê enerîyê hevdu dikemilînin.

Zerîf bal kişand ser peywendîyên dîrokî û çandî yên Îran û Hindûstanê û got ku Komara Islamî ya Îranê tu wexta hevkarîya Hindûstanê di dewrana dijwar a boykotan da jibîr nake.

Zerîf, bendera Çabiharê li başûra rojhilata Îranê warekî guncav jibo hevkarîya hevpar ligel Hindûstanê zanî û got ku sermayedanîna li Çabiharê netenê jibo Îran û Hindûstanê, belkî jibo navçê girîng e.

Wezîrê karên derve yê Îranê, bendera Çabihar û korîdora bakûr û başûr sedema geşedana aborîya navçê zanî û got ku Çabihar dikare Hindûstanê bi Efganistan, Asîya Navendî, Rûsîye û Ewropayê ra girêde.

Civîna hevpar a bazirgan û tacirên Îran û Hindûstanê bi amadebûna wezîrê karên derve yê Îranê û Darmendra Piradhan wezîrê nifta Hindûstanê li bajarê Dêhlîya Nû hat lidarxistinê.

Wezîrê karên derve yê Îranê ligel taximekê jibo pişkdarîya li civîna aborî û sîyasî, pişkdarîya li konfiransa Dilê Asîyayê û gotûbêja ligel rayedarên pilebilind ên Hindûstanê, serdana vî welatî kirîye.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu