ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Pişkdarîya berfire ya gelê Îranê li hilbijartinan, welatên rojavayî kişandin dora masa muzakirê

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Pişkdarîya gelê Îranê li hilbijartinên sala 2013`ê nîşan da ku welatên rojavayî li warê bidestxistina armancan tûşî işkestê bûne û eva rastîyek bû ku rojavayî kişandin dora masa muzakirê.

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê îro li merasima nimandina portala nû ya vê wezaretxzanê bi gotina vîya ku gel bi pişkdarîya li hilbijartinan, hêz û iqtidarê dide serwerî û dewletê, dîyar kir: Hin kes şaş difikirin ku Îran piştî hilbijartinên sala 2013`ê hat dora masa muzakirê lê, rastî ew e ku welatên rojavayî nemaze Amerîkayê dema dîtin ku boykot nikare gelê Îranê ji hakimîyetê cida bike, derbasî muzakirê bûn.

Zerîf herwiha got: Pişkdarîya ji sedî 73 ya gelê Îranê li hilbijartinên sala 2013`ê bû sebeb ku nunerên Îranê bikaribin li hemberî 6 zilhêzên dinyayê bi iqtidarê biaxivin û bikaribin nêrîn û mafên gelê Îranê li muzakireyan isbat bikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: Gelê Îranê careka din bi pişkdarîya li hilbijartinên sala 2017`ê yê serdestîya gelanî ya dînî nîşanî dinyayê bidin.

12`emîn dewra hilbijartinên serokomarîya Îranê û 5`emîn gerra hilbijartinên konseyên gund û bajêran yê di 19`ê Nîsana 2017`ê da bên lidarxistinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu