ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Planên Amrîkayê ji bo binpêkirina zêdetir a Biryarnama Konseya Ewlehîyê kivş bûn

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê got: Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê planên vî welatî ji bo binpêkirina zêdetir a Biryarnama Konseya Ewlehîyê ya NY kivş kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemedcewad Zerîf vê sibê wekî berteka li hemberî gotinên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo yên dijî bernama mûşekî ya Îranê di civîna Konseya Ewlehîyê ya NY de li Twwitera xwe nivîsî: Amerîka û hevpeymanên wê derbarê bernama mûşekî ya Îranê de biryarnama ibtalbûyî ya 1929 ya Konseya Ewlehîyê wekî bingeh digirin.

Li gorî gotina Zerîf, Pompeo Amerîkaya tenêmayî veguhesrt yekem endamê dayimî ê Konseya Ewlehîyê ku welatên din ji ber pêbendîya li biryarnamên Konseya Ewlehîyê ya NY ceza dike.

Başa dön tuşu