CîhanÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Qedexeya sefera misilmanan bo axa Amerîkayê xelatek ji bo zêdexwazan e

Wezîrê karên derve yê Îranê li bara karê serokomarê Amerîkayê ya wajokirina qanûna qedexeya dayîna vîzayê ji bo hatina misilmanan bo axa Amerîkayê, got: Qedexeya çûyîna misilmanan wek xelatek ji bo zêdexwazan li dîrokê tê tomarkirin.

Mihemed Cewad Zerîf berbanga yekşemiyê li peyamekê li ser rûpela xwe ya tora civakî ya Twitter`ê, nivîsî: Qedexeya dayîna vîzayê li dijî koçber û rêwiyên heft welatên misilman, nîşana bêbingehbûnan îdiayên Amerîkayê ye.

Zerîf got: Li halekî ku Amerîkayê hin nakokiyên xwe digel dewleta Îranê li ser hin mijaran heye, qedexetiya çûyîna misilmanan bo Amerîkayê nîşana bêbingehbûna îdiayên vî welatî li warê dostiya digel gelê Îranê ye.

Donald TYrump serokomarê teze yê Amerîkayê êvara îniyê bi îdiaya têkoşîna li hemberî têrorîsmê fermana danîna gellek sînor û berbendan li ser riya penaxwaz û penaberan ji welatên îslamî ji wan Îran,, Iraq, Sûdan, Somalî, Lîbî, Sûriye û Yemenê bo axa Amerîkayê wajo kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu