CîhanFilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: “Quds wê hertim erebî-îslamî bimîne“

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê derbarê biryarac Waşîngtonê ya ragihandina Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst destnîşan kir: “Quds dê hertim erebî-îslamî bimîne“.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li ser rûpela xwe ya Twitter`ê bi zimanê erebî nivîsî: “Quds dê bo hertim erebî-îslamî bimîne; Çi bixwazin û çi nexwazin“.

Li ser esasa ragihandina Koşka Sipî, serokomarê Amerîkayê, Donald Trump biryar e îro anku çarşemiyê biryara xwe ji bo bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Rêjîma Siyonîst ragihîne.

Plana Trump û Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst bona veguhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Til Avîvê bo beytulmuqedesê tûşî rexneya tund a filsitînîyan û civaka cîhanî bûye.

Rayedarên Rêjîma Siyonîst pêştir bi caran ji welatên ku danûstandina bi vê rêjîmê ra dikin, xwestibûn ku balyozxaneya xwe ji Til Avîvê bibin Qudsa dagirbûyî; Lê van welatan ji tirsa berteka raya giştî heta niha ev kar nekirine.

Pêşengbûna Amerîkayê di vî warî da nîşana piştevaniya dewleta vî welatî ji rêjîma Israîlê tevî dagirkerî û cinayetên herrojî yên vê rêjîmê ye.

Nêtanyahû hertim Trump wek piştevanê bihêz ê Rêjîma Siyonîst daye zanîn (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu