FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Quds ya misilmanan û gelê Filistînê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Quds ne ya Amerîkayê ye ku pêşkêşî Israyîlê bike û ne jî Rêjîma Sîyonîst dikare dew û doza Qudsê bike, Quds ya misilmanan û gelê Filistînê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf di meşa Roja Cîhanî ya Qudsê da herwiha got: Peyama îro eva ye ku Quds ne ya firotinê ye û mafê kesî nîne qibleya yekem a misilman radestî Sîyonîstan bike yan her karekî din ku bibe sedema reşkirina armanca Filistînê.

Zerîf herwiha got: Sedema gellek mixabinîyê ye ku çend hikimdarên Ereb jibo parastin  ûpêşdebirina armancên xwe vê xeyalê dikin ku heke li rex Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst Bênyamîn Natanyahû bin, dê bikaribin bigihêjin armancên xwe di halekî da ku Netanyahû nekarîye bi sîstemz berevanîya mûşekî ya Gumbêza Hesin heta Israyîlê biparêze vêca dê çawan bikare pişta wan welatan bigire?

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Ya baş ew bû ku di civîna Sazîya Hevkarîya Islamî de dewsa dubarekirina gotinên pûç dijî Îranê, ew kara bikirana ku ev sazîya bi wê meremê hatîye avakirinê û ew jî piştgirîya ji Qudsê û gelê mezlûm ê Filistînê ye.

Zerîf bi pêgirîya ser vê yekê ku ROja Qudsê nîşan dide mafê kesî nîne k uQudsê ji alîyê misilmana ve bifiroşe, dîyar kir: Roja îro misilman li cîhanê kom bûne, gelên cîhana Ereban civîyane ta ku nîşan bidin ewên ku bi dû Danuistandina Serdemê ne, di rastîyê de yê işkest û iflasa welatên rojavayî bibînin.

Başa dön tuşu