İslami Davet Kurdi Bange İslami

Zerîf: Rê jibo berfirehkirina peywendiyên Îran û Libnanê xweş bûye

Wezîrê karên derve yê Îranê, bi serokkomarê Libnanê re hevdîtin pêk anî û li ser meselên curbicur gotûbêj kirin.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê ku roja duşemiyê derbasî Libnanê bû, li hevdîtina bi Mîşêl Ewn, serokkomarê vî welatî got, serketina Libnanê li hilbijartina serokkomariyê, destkevteka girîng û serketinek jibo hemî gelê Libnanê ye.

Mihemed Cewad Zerîf, herwiha got, derfet jibo hevkarî û pêkanîna ewlehî û aramiyê li navçê û berfirehkirina peywendiyên siyasî û aborî yên di navbera Libnanê û Îranê de, pêk hatine û rê ji bê vê yekê xweş bûye.

Zerîf herwiha piştî hevdîtina bi serokkomarê Libnanê, li koma nûçegîhanan, li ser vê yekê sekinî ku berjewendiyên hevpar jibo aramî û pêşketina Îran û Libnanê, werin bi karanîn, got, em bi dahatiya peywendiyên di navbera Îran û Libnanê de geşbîn nînin û ev peywendî li ser xêr û qazanca du welat û du gelan û herwiha li ser qazanca aştî û aramiya li navçê ye û wê li ser ziyana tu kesî nebe.

Wî destnîşan kir, Îran û Libnan, hin dijminên hevpar ên wekî Rejîma Siyonîst û komên tekfîrî û terorîstî hene lê ji bilî dijminên hevpar, hin berjewendiyên hevpar jibo aramî û pêşketinê di navbera du welatan de hene.

Zerîf, bal kişand ser ji xwemukurhatinên hemî cîhanê yên li ser xetera Rejîma Siyonîst wekî hêzeka dagîrker û binpêkerê mafên mirovan û herwiha got, Rejîma Siyonîst bi çekên navokî, gef li cîhanê dixwe û wekî welatê ku çekên wê yên navokî hene, xeterek jibo aştî û ewlehiya cîhanê ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê, destnîşan kir, xetera komên tekfîrî jî, xeterek e ku ne tenê Sûriye û Libnanê, belkî gef li hemî welatên navçe û cîhanê dixwe û divê civaka cîhanî li kêleka Libnanê be û pişta wê bigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version