CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ji mêj va ragihandîye ku çeka navokî Heram e

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê wekî berteka himberî idiaya vê dawîyê ya Serokomarê Amerîkayê Donald Trump têkildarî vîya ku Îran bi dû çekên navokî ye, got: Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ji mêj va ragihandîye ku çeka navokî Heram e.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf li rûpela xwe ya Twwiterê nivîsî: Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî hezretê Ayetullah Xaminêyî midehekê berî vîya bi fitwayekê têkildarî qedexebûna çêkirina çekên navokî ragihand ku Îran ne bi dû çekên navokî ye.

Zerîf herwiha bi gotina vê yekê ku têrorîsma aborî ya Koma B (Bolton, Benyamîn Natanyaho, Bin Selman, Bin Zayid) zîyanê digihîne gelê Îranê û gêreyê li herêmê saz dike, dîyar kir: Kiryarên Trump ne gotinên wî yê nîşan bidin ku armanca wî hema eva ye yan na.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump duh di civîna çapemenîyê ya hevpar digel Serokwezîrê Japonê li Tokyoyê de careka din Îran bi awayekî pûç tawanbar kir û idia kir ku tenha armanca sepandina zexta ser Komara Islamî ya Îranê ew e ku nehêle Îran çekan navokî bi dest bixe.

Başa dön tuşu