ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Îranê Fermandarê qereqola sînorî ya Berwîşka Kanî ya Banê şehîd bû

Alîkarê siyasî, ewlehî û civakî yê waliyê Kurdistana Îranê Husên Xoşîqbal got: Komeke şerûd û qaçaxçî şeva çûyî dil hebû bi awayekî neqanûnî derbasî nav axa Îranê bibe ku di encamê de şer û pevçûnek pêk hat, li vê pevçûnê de fermandarê qereqola sînorî ya Berwîşka Kanî ya Banê şehîd bû û qaçaxçi û şerûdên beşdarî vê pevçûnê nekarîn derbasî nav axa Îranê bibin û li tarîtiya şevê karîn ku dîsa birevin nav axa Iraqê.

Husên Xoşîqbal herwiha got: Niha navçe li bin kontrola hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ye û hêzên îranî dixebitin şerûd û qaçaxçiyên hanê peyda bikin û wan bigihînin sizayê.

Başa dön tuşu