Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf di hevpeyvîna bi rojnama Almanî ya Süddeutsche Zeitung(Zudduêçê Saytung) de bal kişand ser binpêkirina herêma hewayî ya Libnan û Sûriyê ji aliyê rejîma Siyonîstî û got: Pêngavên Îsraîlê li navçê binpêkirina eşkera a mafên Navneteweyî û biryarnamên NY`yê ye.
Zerîf êrişên Rejîma Îsraîlê ser Sûriyê nîşana şerxwaziyên vê rejîmê da zanîn û got: Rejîma Îsraîlê hertim li pey kiryarên bitaluke û bûyersaz e ku eva pir bi metirsî û taluke ye.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser hebûna şêwirmendên leşkerî yên Îranê li Sûriyê û got: Şêwirmendên leşkerî yên Îranê li gor daxwaza dewleta Sûriyê li vî welatî de ne.
Rejîma Îsraîlê ji bo piştgiriya terorîastan hertim çeper û pêgehên artêşa Sûriyê û binavahiyên vî welatî dike hedefa êrişên xwe.
Piraniya desdirêjiyên hewayî yên Îsraîlê ji ser esmanê Libnanê cih tê. Rayedarên libnanî bi caran ev kiryara rejîma Siyonîstî şermezar kirine û ji rêxistinên navneteweyî xwestine ku rê li ber van kiryarên Rejîma Siyonîstî bigirin.