ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Rêketina Navokî bêyî Emerîkayê jî tê domandin

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku Emerîkayê boykotkirin ji xwe ra kirîye xeysetek,destnîşan kir: Rêketina Navokî bêyî Emerîkayê jî tê domandin.

Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja bi televîzyon CNN`ê re, bal kişand ser vê yekê ku Emerîka tûşî nexweşîya boykotkirina welatan bûye û got: Heta di serdema Barak Obama, serokkomarê berê yê Emerîkayê de jî vî welatî zêdetir pêgirî ser boykotên ku ranekiribûn dikir ne  cihanîna berpirsiyariyên xwe li bara boykotên ku rakiribûn.

Zerîf bal kişand ser darbeya emerîkî ya li dijî dewleta Îranê ya di 19`ê Tebaxa 1953`an de û got: Emerîka hîn jî wer dizane ku li halê hevkariya bi dewletekê re ye ku piştî darbeya 1953`an li Îranê anî ser desthilatê loma divê emerîkî ji xwewa xefletê hişyar bibin.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bi redkirina  muzakira Îranê bi Emerîkayê re destnîşan kir: Rêketina Navokî ezmûnek bû ji bo Emerîkayê lê vî welatî gellekî rehet ev hevhatina binpê kir û Têhran nikare ji bo muzakira dubare baweriya xwe li Emerîkayê bîne.

Zerîf bal kişand ser vê yekê ku zexta ewrûpiyan serokkomarê Emerîkayê han dide bîr û raya xwe biguherîne û diyar kir: Îro hevpeymanên  Emerîkayê yên herî nêzîk li hember boykotên vî welatî yên li dijî Îranê ber xwe didin lê Waşengton li hember aliyên ewrûpî yên wajokirê rêketina navokî wek quldiran serederîyê dike.

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser zextên dewleta Emerîkayê ser gelê Îranê di 40 salên buhurî de û destnîşan kir: Gelê Îranê li hember zextên Emerîkayê radiwestin û ev zext û zora dê bandorê li wan neke.

Başa dön tuşu