CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Amerîka: “Îran, bi çêkirina keştiya enerjiya nûkleerî peymanê îhlal nake”

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî dîrektîfa xebata çêkirina pergala keştiya bi enerjiya nûkleerî, ne li dijî peymana nûkleerî ye.

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di axaftina xwe de Berdevkê Kesra Spî Josh Earnest rexne kir û Amerîka bi dirêjkirina mueyîdeyan û îhlalkirina peymana nûkleerî sûcdar kir. Rûhanî ji bo çêkirina keştiyên bi sotemeniya nûklerî dîrektîf dabû.

Ji aliyê din ve di dema civîna çapemenî ya berdevkê Kesra Spî Josh Earnest de pirsa dîrektîfa Rûhanî ya çêkirina keştiya bi sotemeniya nûkleerî hat pirsîn. Earnest di bersivdayîna xwe de got: “Daxuyaniyên Îranê yên îro ne li dijî peymana nûkleerî ya navneteweyî ye. Daxwaza me ji Îranê ku van lêkolîn û vekolînan bi berpirsyariyeke navneteweyî re van xebatên xwe bidomînin.” Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî nameyek ji Serokê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê Elî Ekber Salihî re nivîsandibû û jê xwestibû ku ji ber îhtîmala ku dibe Amerîka peymanê îhlal bike û ji bo vê divê li ser çekirina sotemeniya keştiya bi enerjiya nûkleerî lêkolîn werin kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu