Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, duh êvarê dema ku gihêşte Viyenayê bona beşdariya li rûniştina navneteweyî ya Sûriyê got: Rûniştina grûpa piştgiriya ji Sûriyê derfetek e ji bo sekinîna ser pêwîstiya berçavgirtina agirbesta tam.
Li gor rapora ajansa IRIB Newsê ji Viyenayê, Muhemed Cewad Zerîf bal kişand ser gefên grûpên terorîstî yên li dij Sûriye, Rojhilata Navîn û Civaka Navneteweyî û desnîşan kir: Pêwîst e şer û pevçûna li dij van grûpên terorîstî bi cîd pêşve herin û nehêlin ku ev grûpana bi saya agirbesê kiryarên xwe yên terorîstî li dij gelê Sûriyê zêde bikin.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Rûniştina Viyenê derfeteke baş e ji bo çareseriya krîza Sûriyê û Komara Îslamî ya Îranê, ji despêkê ve riya çareseriya vê krîzê gotrûbêjên siyasî daye zanîn.
Zerîf desnîşan kir ku krîza Sûriyê terseyê bawer û hewldanên hin grûpên terorîstî û piştgirên wan ên navçeyî û cîhanî ti riyeke xwe ya leşkerî tineye.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li bersiva vê pirsê ku gelo li kêleka rûniştina Viyenê bi rayedarên welatên din re jî rûdine û gotûbêjê dike ? got: Rûniştina V iyenê mecal û derfeteke baş e bona gotûbêja bi rayedarên welatên din re ser meselên du alî û krîza Sûriyê. Rûniştina navneteweyî ya Sûriyê îro li Viyenê paytexata Otrîşê bi rê dikeve. (BANGÊ ÎSLÂMİ)