EfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin
Zerîf ser viîna Îranê jibo berfirehkirina peywendiyên bi Nîceriyê re sekinî

Wezîrê karên derve yê Îranê, Muhemedcewad Zerîf ser viyana Îranê jibo berfirehkirin û xurtkirina peywendiyên aborî bi Nîceriyê re tekez kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, Wezîrê karên derve yê Îranê roja duşemiyê li civîna hevkariyên aborî û ticarî yên Îran û Nîceriyê li Ebûcayê got: Her du welat dikarin roleke giring û bibandor li civak û rêxistinên navneteweyî yên mîna welatên bifiroşê Niftê, OPEC`ê, tevgera Qeydnenasan, Rêxistina welatên Îslamî yên di halê pêşketinê ,D8 û Rêxistina Hevkariyên Îslamî hebin.
Zerîf tekez kir: Hebûna beşên curbicur ên aborî û ticarî li nav taxima şandî bo Efrîqayê viyana Tehranê ji bo xurtkirina peywendiyên aborî tev welatên vê parezemînê nîşan dide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)