İslami Davet Kurdi Bange İslami

Zerîf ser viîna Îranê jibo berfirehkirina peywendiyên bi Nîceriyê re sekinî

Wezîrê karên derve yê Îranê, Muhemedcewad Zerîf ser viyana Îranê jibo berfirehkirin û xurtkirina peywendiyên aborî bi Nîceriyê re tekez kir.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Wezîrê karên derve yê Îranê roja duşemiyê li civîna hevkariyên  aborî û ticarî yên Îran û Nîceriyê li Ebûcayê got: Her du welat dikarin roleke giring û bibandor li civak û rêxistinên navneteweyî yên mîna  welatên bifiroşê Niftê, OPEC`ê, tevgera Qeydnenasan, Rêxistina  welatên Îslamî yên di halê pêşketinê ,D8 û Rêxistina Hevkariyên Îslamî hebin.

Zerîf tekez kir: Hebûna beşên curbicur ên aborî û ticarî li nav taxima  şandî bo Efrîqayê viyana  Tehranê ji bo xurtkirina  peywendiyên aborî tev welatên  vê parezemînê nîşan dide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version