ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Şerê Aborî yê Trump li dijî Îranê sedema gişt kêşe û pirgirêkan e

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li peyama xwe ya di Twitterê de bal kişand ser hevdîtina xwe û Wezîrê derve yê Almanyayê li Tehranê û nivîsî:Îran pêşewaziya gotûbêja bi welatên deverê dike, lê şerê serokomarê Amerîkayê li dijî Îranê sedema çêbûna gişt pirsgirêk û kêşeyan e.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf duh êvarê li peyamekê di rûpela xwe ya fermî  yaTwitterê de nivîsî: Tehran pêşewaziya mukirhatina Almanyayê bi pêwîstiya rakirina gavên pratîk ji bo îstifadeya aborî ya Îranê ji şûnûeserên Peymana Navokî û parastina wê di vê çarçovê de dike.

Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas bona gotûbêja bi rayedarên derecebilind ên Komara Îslamî ya Îranê sibeya roja duşemê gihêşte Tehranê û bi Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê re gotûbêj kir û di vê çarçovê de li ser muzakireya welatên navçê bona kêmkirina pirsgirêk û kêşeyan li navçê pêgîrî kir.

Maas li sefera xwe ya Tehranê ji bilî gotûbêja ser pêwendiyên Îranê û welatê xwe, bi rayedarên îranî re ser rewşa niha ya Peymana Navokî û guhertinên navneteweyî û navçê jî gotûbêj kir.

Wezîrê derve yê Almanyayê herwiha duh bi serokomarê Îranê Hesen Ruhanî re jî gotûbêj kir.

Maas berî sefera xwe ya Îranê serdana Iraq, Urdin û Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Emaretê) kiribû.

Başa dön tuşu