NûçeCîhanEwropa

Êrişa bi çekê li eyaleta Kolorado ya Emerîkayê; 23 kuştî û birîndar hene

Di encama êrişa bi çekê da li eyaleta Koloradoya Emerîkayê, çend kesa hatin kuştin an birîndar bûn.

Di encama êrişa bi çekan da li bajarê Kolrado Isprîngzê li eyaleta Kolradoya Emerîkayê, 5 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn. Li gorî gotina polîsê bajarê Kolrado Isprîngzê, kesek ku tê gotin êriş pêk anîye, hatiye desteserkirin û tê dermankirin û polîsê bajarê Kolrado Isprîngzê tiştek derbarê armanca muhtemel a vê êrişê da negotiye. Emerîka rastî pêleke şîdet, dîlgirtin û êrişên bi çekan hatiye. Salê bi hezaran kes di encama êrişên bi çekan de li navçên curbicur ên Emerîkayê tên kuştin an birîndar dibin. Tê texmînkirin ku bo her 100 emerîkiyan nêzkî 120 çek li vî welatî hene, lewma bikaranîna çek û tifingan ji ber hegerên curbicur ji wan meselên piskolojîk û kar û şuxilan û her wiha tolhildanên kesane, malbat û civakî zêde dibin.

Başa dön tuşu