ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Siyaseta Amerîkayê li hemberî Îranê desthata berovajî pêk tîne

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Hestyarî û siyaseta serokkomarê Amerîkayê li hemberî Îranê li seranserî navçê dê dûhatên berovajî hebin.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja xwe ya tev ajansa nûçan a Al-Monitora Amerîkayê ku îro şemiyê naveroka vê gotûbêjê belav bû bal kişande ser siyasetên dijî Îranê yên Donald Trump serokkomarê Amerîkayê û destnîşan kir: Dewleta niha ye Amerîkayê dixebite siyasetên xwe yên dijî Îranê li navçê berdewam bike lê wisa ku van siyasetan li welatên wekî Lubnan, Sûriye û Iraqê desthatekî berovajî hebûye dîsa jî ev cure siyasetên Amerîka yên dijî Têhranê dê bê encam bin.

Zerîf bal kişande ser pêşniyara amerîkiyan bona gotûbêjên tev karbidestên Îranê û got: Derketina Amerîkayê ji nav rêketina navokî bûye sebeba lawazbûna vê rêketina navnetewî û li rewşa niha tu zimanetek tune ku tev Amerîkayê rêketinnameyek îmza bibe û Amerîka vê rêketinnamê cih bîne.

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî diyarkirina kêyîfxweşiya xwe ji xebatên Yeketiya Ewrûpayê bona parastina rêketina navokî, ragihand: Ev pêşniyarên nû yên Yeketiya Ewrûpayê dikare heta hedekê alîkariya Îranê bike bona sekinîna li hemberî boykotên Amerîkayê.

Yeketiya Ewrûpayê vê dûmahîkê bona girtina pîşiya boykotên Amerîkayê dijî Îranê pilaneka nû raber kiriye ku ew kompaniyên ewrûpî yên ku dixwazin tev Îranê hevkariyê bikin xisaretê nebînin.

Başa dön tuşu