ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Siyaseta dagîrkeriyê, pirsgirêka herî mezin a aştî û ewlehiya navneteweyî ye

Li gorî rapora IRNA`yê, Mihemed Cewad Zerîf, roja îniyê bi beşdariya li rê û risma xwenîşandana roja Qudsê, li koma nûçegîhanan herwiha got: Mixabin komên tekfîrî û piştgirên wan, îsal û salên buhurî, bi piştgiriya Rejîma Siyonîst, meş û tevgerên xwe dewsa ku bona sekinîna li hember Rejîma Siyonîst, bi kar bînin, li hember misilmanan bi kar tînin û eva yek ji xeterên herî mezin e ku gef li cîhana îslamê û cîhanê dixwe.

Wî li dewamê got: Xelkê misilman ê Îran û cîhanê û hemû azadîxwez, bi beşdariya çalak a li roja cîhanî ya Qudsê ku mîrata mezin a damezînerê Înqilaba Îslamî ye, nîşanî dinyayê didin ku siyasetên şaş qebûl nakin.

Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand: Xelkê misilman û azadîxwez, li roja Qudsê, nîşanî dinyayê didin ku xalifîna ji rastiyan û xetera siyonîsm û tekfîriyê, gef li cîhana Îslamê dixwe û evana xeterên wisan in ku ji aliyê hin grûpên wekî wan têne piştgîrîkirin, çi li asta navçê û çi li asta cîhanê.

Zerîf got: Hîn xelkê misilman ê navçê û cîhanê, Rejîma Siyonîst xeter û gefa herî mezin ji bo cîhana Îslamê û aştî û ewlehiya navneteweyî nas dikin.

Wî herwiha got: Heya niha tekfîrî, heta pêngavekê jî dijî Rejîma Siyonîst ranekirine û hemû gefên wan dijî raya giştî bûye.

Îro rojê rola wan a qirêj wê zêdetir li hember raya giştî, aşkera bibe ku dijminê cîhana Îslamê, Rejîma Siyonîst e û ev grûpên tekfîrî li çarçoveya armancên wê rejîmê û alîgirên wê dimeşin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu