ÎranIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Caferî: “Dibe Heşdî Şebî here Sûriyeyê”

Fermandarê Mûhafizên Şoreşa Îranê General Muhammed Elî Caferî ragihand ku dibe hêza Heşdî Şebî here Sûriyeyê û tu pêwistiya wê bi alîkariya Îranê jî tuneye.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeya ya şagirtên Îranê (ISNA), Fermandarê Mûhafizên Şoreşa Îranê General Muhammed Elî Caferî li Tehranê di festîvala Malik Eşter de ji rojnamevanan re rewşa herêmê û pêşveçûnên dawî nirxand

Elî Caferî di axaftina xwe de got: “Piştî rizgarkirina bajarê Mûsilê Heşdî Şebî dibe herin Sûriyeyê.”

Fermandarê îranî di berdewamiya axaftina xwe de ji bo Heşdî Şebî got: “Niha pêwistiya alema Îslamî bi alîkarî û piştgiriya hev heye. Hêza Heşdî Şebî jî div ê çarçoveyê de dibe here Sûriyeyê.”

Caferî di dirêjiya axaftina xwe de îdîayên mûdaxilbûna operasyona Mûsilê red kir û got: “Mûcahidên iraqî û hêza Heşdî Şebî pir bihêz in û tu pêwistiya wan bi alîkariya hêza Îranê tuneye. Bi tu awayî hebûna me ya leşkerî li Mûsilê tuneye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu