CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Têkoşînên Fîdêl Kastro wê li dîroka cîhanê cavîdan be

Wezîrê karên derve yê Îranê li lênûska bîranîna koça dawiyê ya rêberê serhildana Kûbayê nivîsî: Têkoşînên fermande Fîdêl li hemberî hêzxurtên zorbêj wê hertim li bîr û xatirê dîrokê cavîdan be.

Mihemed Cewad Zerîf wezrîê karên derve yê Îranê sibeha roja duşemiyê li rêûresmekê ku bi boneya koça dawiyê ya Fîdêl Kastro rêberê serhildana Kûbayê li ciyê mayîna balyozê vî welatî li Têhranê hatibû lidarxistin, beşdar bû.

Zerîf li deftera bîranînê ku bi vê boneyê hatibû terxankirin, bi nûnertiya gel û dewleta Komara îslamî ya Îranê ji ber koça dawiyê ya rêberê serhildana Kûbayê ku roleke bêhempa li azadîxwazî, şerê dijî istikbarê û serxwebûnxwaziyê li Amerîkaya Latînê hebû sersaxî da dewlet û gelê Kûbayê.

Fîdêl Kastro rêberê serhildana Kûbayê roja îniyê di temenê 90 saletiyê da çû ber dilovaniya Xwedê.

Kastro ji bilî rêbertiya serhildanan Kûbayê, ji sala 1959`an heta 1976`an wek serokwezîrê Kûbayê û piştra wek serokomarê vî welatî ji sala 1976`an heta sala 2008`an hat bijartin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu