İslami Davet Kurdi Bange İslami

Zerîf teqînên Brûksêlê şermezar kirin

Wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja bi riya telephone ligel hevtûşê xwe yê bêljîkî, êrişên têrorîstî yên duh li Brûksêla paytexta Bêljîkê şermezar kirin.

Muhemed Cewad Zerîf li vê gotûbêja têlêfonî ligel Dîdiyê Rêndêrz wezîrê karên derve yê Bêljîkê, xwe şirîkê derdê dewlet û gelê Bêljîkê û malbatên goriyên vê cinayetê zanî.

Zerîfi got: Têrorîsm û tundêrtî bûye pirsgirêkeke cîhanî û têkoşîna li hemberî wê hewcedarê pêngaveke cîhanî ye.

Di encama êrişên têrorîstî yên duh li bajarê Brkûsêl paytexta Bêljîkê da, 34 kes hatin kuştinê û 198 kes jî birîndar bûn.

Berî viya Hesen Rûhanî serokê Komara Islamiya Îranê bi riya rûpela xwe ya Tiwîterê, êrişên têrorîstî yên Brûksêlê bi tundî şermezar kir û sersaxî da dewlet, gel û kesên ku ezîzên xwe di vê bûyerê da ji dest dane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version