ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Terorîsm û tundrêtî, encama nekaraiya siyasetên niha ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, terorîsm û tundrêtî encama nekaraiya siyasetên niha yên di warê navneteweyî de da zanîn.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, li nivîsekê li belavoka îranî ya Iranian Review of Foreign Affairs`ê li ser pêwîstiya sekinîna şerrê giştalî ya bi derfetên berfirehbûna tundrêtî û terorîsmê sekinî û nivîsî: Civîka cîhanî gihîştiye vê bawera hevpar ku divê bi awayên herî bi bandor ji vê pirsgirêkê bifilite.

Wezîrê karên derve yê Îranê di vê meqaleyê de destnîşan kir: Eger vîna cidî ya jibo şerrê dijî terorîsm û tundrêtiyê bi ratî hebe, ev mijara divê bi awayekî cidî were şopandin ku peydakiirna kokên vê pirsgirê yek ji karên herî girîng ên di vî warî de ye.

Zerîf di vê meqaleyê de xwetêkilkirin û serdestxweziyê yek ji hegerên pêkanîna terorîsmê da zanîn û herwiha got: Dagêrkirina heftê salî ya erdên Filistînê, mînaka wê ya herî girîng e ku bi xwetêkiliyên siyasî û leşkerî yên Amerîkayê jibo serûberiya cîhanî ya nûjen a ku dixweze, girantir bûye.

Wezîrê karên derve  yê Îranê bal kişand ser hebûna welatiyên ewrûpî li komên terorîst û ragihand: Hesta kûr a hejarî, biyanîbûn û wêdedayîn li ciheka heyî û geşbûyî, di pratîkê de kes, kom û civakên rojavayî, ji ewlehî, rêzgirtin, hevkarî û hêziyê bêpar dike.

Zerîf destnîşan kir: Êrişa ser Iraq û Efxanistanê û dagîrkirina wan, lîstikên siyasî yên bi karesat û pirxerc bûn ku bi awayekî ku pêşiya wê nedihate girtin, bû sedema nearamiyê.

Di vê nivîsarê de hatiye: Pêwîst e ku ji şerûtiyên leşkerî yên li rojavaya Asyayê ku encamên wan nebaş bûn, encameka berfirehtir raber bibe û ew jî eva ye ku dewrana hejmûnî û serdestxweziyê bi dawî hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu