AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Terorîsm û tundrewî ji bo devera ECOyê bûye talukeyeke mezin

Wezîrê karln derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf got: Terorîsm û tundrewî li du deh-saliyên vê dawiyê gelek dever wêran û îmha kir, herwiha ew ji bo endamên devera ECOyê bûye talukeyeke mezin.

Wezîrê karln derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro li cem wezîrên derve û alîkarên wan  yên 10 welatên endamên Rêxistina Hevkariya Aborî ya ECOyê li bajarê Duşemê paytexta Tacîkistanê anî ziman ku qedera welatên endamên vê rêxistinê li hevdu girêda ye û got: Têkçûn û Serkevtin li devereke vê rêxistinê gişt welatên endam têxe bin bandora xwe.

Zerîf bal kişand ser zehmet û dijwarbûna rewşa navçê ji sala 1990 vir de  û got: Rast e DAIŞ têk çûye, lê belê hîn gele komên terorîst û tundrew li rojavayê Asya û navend û başûra wê hene ku ji devera ECOyê re pir bi taluke ne.

Wezîrê karln derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Welatên deverê ji bo jinavbirina vê talukeyê hewcedarê hevkariyê ne da ku pêşiya berfirebûna tundrewiyê bigirin û çavkaniyên wan ên malî û aborî biçêkînin , di vê çarçovê de Komara Îslamî ya Îranê ji bo hevkarî û alîkariyê amade ye.

Zerîf got: Rawestana bi hev re ya li ber qaçaxa madên hişber û narkotîk ku wek çavkaniyeke aborî û malî ya komên hanê tê hesabê dikare pir kêrhatî û bi bandor bibe.

Wezîrê karln derve ya Komara Îslamî ya Îranê herwiha balkişand ser pirsgirêkên din ên li ber endamên ECOyê û got: Jinavbirina hawêrdorê, guhertina rewşa av û hewayê, xela û hişkesalî, bager û rabûna toz û xweliyê ji pirsgirêkên din ên li ber welatên endamên ECOyê ne.

Wezîrê karln derve ya Komara Îslamî ya Îranê duh bona beşdariya li civîna 23-an a wezîrên derve yên  welatên endamên ECOyê çû bajarê Duşemê paytexta Tacîkistanê.

Îran, Tirkiye, Pakistan, Efxanistan, Tirkmanistan, Qirqîzistan, Uzbekistan, Tacîkistan, Qezaqistan û Komara Azerbaycanê 10 endamên  Rêxistina Hevkariya Aborî ya ECOyê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu