CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Ti lihevkirinek bêyî sekinîna ser Peymana Navokî pêk nayê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê şeva borî derheq daxwaza ewropiyan ji bo gotûbê û Lihevkirineke nû bertek nîşan da û got: Ti lihevkirinek bêyî sekinîna ser Peymana Navokî pêk nayê .

Li gor IRNA, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li rûpela xwe ya Twitterê de nivîsî ku ji golana 2016 eşkera bû ku  a sê weltên ewropî li warê cihanîna Peymana Navokî bêyî îzna Amerîkayê nikarin ti karekî bikin. Rêçareya vê kêmasiya wan eva ye ku wan îrade û viyana giştî bona çûyîna di riya serbixwe û newekilandina îdiayên pûç ên Amerîkayê yên li dijî Peymana Navokî tinen.

Brîtanya, Fransa û Almanyayê duh êvarê li daxuyaniyeke hevpar de xwe wek piştgirê peymana navokî dan zanînê û ji Îranê xwestin ku vegere ser pêsparteyên xwe yên li gor peymana navokî.

Teroyîkaya Ewropayê li dewamê de desnîşan kirin ku dema vê yekê gihêştiye Îran muzakireyên demdirêj li bara bernama xwe ya navokî û herwiha mijarên ewlehiyê yên wek mûşekan qebûl bike.

Başa dön tuşu