ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran dostekî pêbawer jibo Kurdan e

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Sêşemiyê bi şev di dawioya sefera xwe bo Herêma Kurdistana Iraqê li Twitetra xwe destnîşan kir ku Îran dostekî pêbawer jibo Kurdan e.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf Herêma Kurdistana Iraqê şirîkek nêzik  ûqedîmî ji bo Îranê da zanîn û got: Gotûbêjine kêrhatî û sûdewer tev Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê, Mesrûr Barzanî, Rawêjkarê Ewlehiyê, Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê û tacir û xwedîpêşeyên vê navçeyê hebûye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê liTwitterê amaje bi sefera xwe bo Silêmaniyê jî kir û nivîsî: Ez li komcivîna aborî ya hevpar a Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê beşdar bûm û min gotûbêjine berfioreh û bi dostanî tev Qubad Talebanî, alîkarê serokwezîrê serokwezîrê Herêma Kurdistanê ra hebû”.

Zerîf li peyameka din a Twitetrê amaje bi amadebûna xwe ser gorta Celal Talebanî serokomarê koçkirî yê Iraqê kir û ew ne tenê dostekî kesane û nêzik belkî dewletmêrekî welatparêz û pesindar wesifand ku roleka girîng li parastina yekparçetiyê û danûstandinên navçeyî yên Iraqê hebûye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Sêşemiyê bi şev piştî sefera xwe ya yekrojî bo Herêma Kurdistana Iraqê, ji Silêmaniyê çû Necefa Eşref li başûrê Iraqê.

Zerîf ji Necefa Eşref jî berê xwe da Kerbelaya Muella da ku sibeha Çarşemiyê li Komcivîna aborî ya Îranê û Iraqêî li vî şarî beşdar bibe û têda biaxive.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê û di dawîn  qonaxa sefera xwe bo Iraqê dê careka din vegere Necefa Eşrefê.

Zerîf  roja Yeklşemiyê jibo hevdîtina tev rayedarên iraqî û amadebûna li sê Komcivînên ticarî yên çalakên aborî yên beşa sivîl ên du welatan li Bexda, Silêmaniye û Kerbelayê gihîşte Iraqê.

Zerîf li Bexdayê digel rayedarên pileberz û her wiha kesayetiyên siyasî ji bereyên cûrbicûr ên Iraqê ji wan Berhem Salihê serokomar, Adil Ebdulmehdiyê serokwezîr, Mihemed Helbûsiyê serokparliman, Seyid Emar Hekîmê serokê Tevgera Hikmetê, Hadî Amiriyê serokê Fraksiyona El Benayê (Avedankirin) û Eyad Elawiyê serokwezîrê pêşîn ê vî welatî ra hevdîtin û gotûbêj kir.

Başa dön tuşu