EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf û Lavrov li Viyenayê bi hev re hevdîtin pêk anîn

Wezîrên karên derve yên Îran û rûsya ku bona beşdariya li civîna derheq alûgorên Sûriyê li Viyenayê ne, bi hev re gotûbêj kirin.

Li gorî rapora Xeber Online, Doktor Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, sibeha îro tev Sêrgêy Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsyayê, li Viyenayê hevdîtin pêk anî û pêre gotûbêj kir.

Her du alî di vê hevdîtinê de li ser alûgorên herî dawîn ên di warê agirbesê û pêvajoya siyasî yên Sûriyê de û herwiha di warê amadekariya pêkanîna civîna grûpa peywendiya navneteweyî ya Sûriyê, gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Îranê, berî niha jî li Viyenayê, tev Stîfan Dî Mîstora, nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li kar û barên Sûriyê, Fêdêrîka Mogêrînî, berpirsa siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewrûpayê û Cûlî Bîşap, wezîra karên derve ya Rûsyayê, hevdîtin û gotûbêj pêk anîbû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu