EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Gotûbêja Zerîf û serokê Parlemana Fransayê li Tehranê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê û serokê meclisa neteweyî ya Fransayê ser pêwendiyên dualî û bûyer û guhertinên li navçê û cîhanê bi hev re gotûbêj kirin.

Li gor rapora IRIB Newsê, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf duh li hevdîtina serokê meclisa neteweyî ya Fransayê Claude Bartelone li Tehranê de bal kişand ser rol û cih û şûna Îranê wekî qaweteke bi bandor û girîng li navçê û got: Komara Îslamî ya Îranê li gelek ji mesele û pirsgirêkên navçê dîtineke wekî dîtin  û bawera Fransayê heye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha anî ziman ku Îran û Ewropa zêde ji yên din bawerî li gotûbêj û şêwirkariyê û hevkariyên navneteweyî hene û got: Cihanîna tam a Lihevkirina Navokîû sekinîna welatên endamên grûpa 5+1 bi taybetî Amerîkayê li ser soz û qitrarên xwe meselek e pir pêwîst.

Zerîf herwiha parvwekirina terorîzmê ser du çiqên baş û xirab şaşitî û siyaseteke xirab da zanînê û ev siyaseta şermezar kir û got: Komara Îslamî ya Îranê herwek berê amade ye bi ewropiyan re bi taybetî bi Fransayê ser krîza Sûriyê zêdetir bişêwire û gotûbêjê bike.

Serokê meclisa neteweyî ya Fransayê Claude Bartelone jî li vê hevdîtinê de bal kişand ser pêwîstiya hevkariya zêdetir a civaka cîhanî bi Îranê re ser meselên navçê û cîhanê û got: Ji Fransayê re jî pir girîng e ku gişt peyman û qirarên berçavgirtî li Lihevkirina dîrokî ya Navokî tev Îranê cih werin.

Bartelone herwiha got: Destkevtên baş li warê pêwendiyên cîhanê bi Îranê re pêk hatine û gelek ji bankên ewropî û fransî hevkariya xwe bi Îranê re despê kirine.

Serokê meclisa neteweyî ya Fransayê desnîşan kir ku Parîsê gelek bawerî û dîtinên hevpar tev Tehranê ser meselên navçê bi taybet ser Libnan, Iraq, Sûriye û hin welatên din hene û got: Riya çareseriya krîza Sûriyê bi tenê siyasî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu