ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Welatên Ewropî yên endamên «Peymana Navokî» ti karek ji bo parastina vê peymana navneteweyî nekirin

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Serokên sê welatên Ewropî yên endamên «Peymana Navokî» (Almanya, Brîtanya û Fransa) ji bo ewlehiya vê peymana navneteweyî tiştek nekirine.

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf îro Yekşemê, li bersîva daxuyaniya vê dawiyê ya sê welatên Ewropî yên endamên «Peymana Navokî» her weha li berteka gotinên Wezîrê Derve yê Fransa li ser Twitterê nivîsî: Serokên sê welatên Ewropî, ku ji bo cihanîna peywirên xwe yên li gor «Peymana Navokî» hewceyê îmzeya karbidestên Nivîsgeha Kontrolkirina Sermayeyên Derve ne (rêxistinek ku di bin çavdêriya Wezareta Xezîneya Amerîkayê ye), tiştek nekirine ji bo ku «Peymana Navokî» biparêzin.

Zerîf got ku «Peymana Navokî» ji ber hewldanên Îranê zindî ye û ne yên sê welatên Ewropî û di dewamê de xîtabî wezîrê karên derve yê fransî got: “Gelo însiyatîva ji despêkê mirî ya serokomarê Fransayê an redkirina dayîna deynê ku di biryara dadgehê de hatibû diyarkirin ji aliyê Brîtanyayê nayê bîra we?”

Wezîrê karên derve yê Îranê ber bi wezîrê derve yê fransayê got: “Jean-Yves le Drian, wezîrê karên derve yê Fransayê; We karê xwe di vê postê de bi firotina çekan ji cinayetkarên cengê van Siûdî re dest pê kir; Çêtir e ku dev ji gotinên pûç ên li ser Îranê berdî.

Zerîf desnîşan kir: Eva hûn in ku herêma Asyaya Rojavayî ne aram û bê ewleh dikin; dev ji parastina cinayetkarên ku rexnegirên xwe perçe perçe dikin û amûrên şer ên we bikar tînin da ku li Yemenê zarokan qetil bikin berdin.

Di daxuyaniyek zedexwazî û destdirêjkerane de, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian banga gotûbêjan li ser çalakiyên mûşekî û herêmî yên Îranê kir, û got ku vejîna «Peymana Navokî» bi tenê têr nake.

Wezîrê karên derve yê Fransayê bal kişande ser gavên vê dawiyê yên Îranê di çarçova bernama navokî û got: “Îran şiyanên xwe yên navokî xurt dike”.

Sê welatên Ewropî yên endamên «Peymana Navokî» (Almanya, Brîtanya û Fransa) êvara şemiyê jî daxuyaniyek weşandin û dilgiraniya xwe li hember amadebûna Îranê ji bo hilberîna uranyuma mêtalî wekî sotemeniya reaktora lêkolînê ya Tehranê ragihandin û ji Îran xwestin ku vegere ser sozên xwe yên li gor «Peymana Navokî».

Başa dön tuşu