ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Xîm û binyata siyaseta derve ya Amerîka gor niyeta xêr ava nebûye

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişande ser vê yekê ku xîm û binyata siyaseta derve ya Amerîka gor niyeta xêr ava nebûye ragihand; hema ji destpêka vê dewleta nû ya Amerîka ev yeka li siyaseta Amerîka pirtir dikeve berçavan.

Muhemmed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja tev ajansa nûçan a Meclisa şêwra îslamî got: Gor qayde û qirarên navnetewî welatên wekî Amerîka ku rêketinamên navnetewî binpê dikin rastî kêmasiyek ser navê “tunebûna niyeta xêr“ dibin.

Zerîf li bara tesîra biryarên kongerê li ser çarenivîsa rêketina navokî ragihand; Qaydeûqirarên navxweyî yên Amerîka , hema peywendî bi vî welatî hene lê ji nezera civata navnetewî dewleta Amerîka berpirsê cihanîna soz û qirarên navnetewî ye ku ev yeka bo civata navnetewî girîng e (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu