EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf yê sibê here Almaniya û Norwejê

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê ragihand ku wezîrê karên derve yê sibê serdana Almaniya û Norwêjê bike.

Sadiq Hisên Cabirî-Ensarî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê îro li gotûbêja ligel ajansa nûçan a Fars`ê, got: Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê sibê şevê bi merema gotûbêja ligel rayedarên Norwêjê yê serdana Oslovê bike.

Cabirî-Ensarî her wiha got: Zerîf di serdana xwe ya durojî li Oslovê da yê bilî rawêjkariya ligel Borgê Birêndê wezîrê karên derve yê Norwêjê yê ligel rayedarên din ên vî welatî jî li bara peywendiyên dualî gotûbêjê bike.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê her wiha got: Pişkdariya li civîna Oslo Firûmê û hevdîtina ligel rayedarên pişkdarê vê civînê ji planên din ên serdana Zerîfi ya Norwejê ne.

Li gorî vê daxûyaniyê, Zerîf piştî hevdîtinên li Oslovê yê here Berlîna Almaniyayê û ligel Frank Waltir Şteyn Mayêr wezîrê karên derve yê vî welatî li bara berfirekirina hevkariyên dualî û alûgurên navçê û navnetewî gotûbêjê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu