Wezîrê karên derve yê Îranê di twîtera xwe de bal kişand ser vê yekê ku herîkêm 80 kumikên navokî li Rojhilata Navînê hene û got: Tu yek ji wan kumikan li Îranê tune.
Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê got: Ev kumik di destê şerxwazekî de ne ku bi derewan tim li bara qaşo zêdexwaziyên Îranê hellahellayan dike.
Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Dema wê hatiye ku em li bara gefa rastîn a navçê û cîhanê gotûbêjekê destpê bikin ku ev midehek e maye derengiyê.
Rejîma Sioyonîst bi dizî ve û bi piştgiriya Emerîkayê, naxweze ku tevlî peymana qedexetiya berhemanîn û belavkirina çekên navokîyê( NPT) bibe. Evê rejîmê bi berhemanîn û depokirina çekên navokî li Filistîna dagirbûyî û berhemanîna çekên kîmyawî, navça Rojhilata Navîn kiriye depoya çekên tevkujiyê û xetereke cidî ji bo cîhan û navçê tê hesabê.