BehreynÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîfi mixabinîya xwe li bara rewşa Behrêynê nîşan da

Wezîrê karên derve yê Îranê rewşa Behrêynê “zef mixabinbar“ wesif kir.

Li gorî rapora nûçegihanê me, Mihemedcewad Zerîf şeva buhurî li civîneke çapemenîyê ya hevpar ligel Bêrt Koêndêrs hevtûşî xwe yê holendî li bajarê Lahê, got: Rîyên nerazîbûna biaşîtî ser gelê behrêynê da hatine girêdanê û ev rewşa zef mixabinbar e.

Zerîfi pêkutî kir ku ji ber zextên derveyî ku ji dema êrişa Erebistanê ser Behrêynê va destpê bûne, rîyên neyarîya aştîyane ser gelê vî welatî da hatine girêdanê û Îran ser vê bawerê ye ku eva rewşeke pirr bitehluke û hewcedarê baldarîya zêdetir a civaka navnetewî ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê li bara rapirsîya li Ingilîzê jî got: Biryara mayîn an derketina Ingilîsê ji YE`yê maye ser gelê v îwelatî û nabe gelên din di vî warî da biryarê bidin.

Zerîfi her wiha peywendîyên Îran û Holendê germ û kûr wesif kirin û got: Gellek derfetên hevlarîya her du welatan hene ku divê Îran û Holend wn bi kar bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu