AborîEwropaIraqNûçeRojhilatanavin

Iraqê bi Îngilistanê re peymana krêdiya 12 milyar dolaran îmze kir

Abdurrezak Îsayê wekaletiya Wezareta Darayî ya Iraqê dike, bi Balyozê Îngilistanê yê li Bexdayê Frank Baker re li avahiya Wezareta Darayî ya Iraqê ji bo kirêdiya 12 milyar dolaran peyman îmze kir.

Îsa di daxuyaniya xwe de got, “Hikûmeta me bi şîrketên taybet ên navdewletî re peyman îmze kir û dixwaze projeyên veberhênanê bixe meriyetê.”

Îsa diyar kir ku qeyrana aborî ya li Iraqê, hikûmetê neçar dike ku bi şîrketên taybet ên herêmî û biyanî re peymanên krêdiyê îmze bike û got, “Bi van krêdiyan veberhênanên li Bexda û bajarên din wê werin piştgirîkirin.”

Tê zanîn ku ji ber bûyerên piştî dagirkirina Amerîka ya sala 2003yan û têkoşîna van du salên dawîn ên li dijî rêxistina terorê ya DAIŞê xisareke mezin dan binesaziya Iraqê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu