NûçeCîhanEwropaRojhilatanavin

Balyozê berê yê Rejîma Siyonîst: Sefera Biden bo Îsraîlê têk çû

Balyozê berê yê Rêjîma Siyonîst li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî yekşemiyê bi şev li ser hesabê xwe yê Twîtterê seredana Joe Biden serokomarê Amerîkayê bo Filistîna dagirbûyî têk çû.

Li gorî rapora IRNA`yê, Dani Danon di twîtekê de ragihand ku sefera Biden bo Israîlê bê encam bû û nîşana sereke ya vê yekê şanaziya Îranê bi hêza xwe ya leşkerî ye.

Danûn got, “Bi taybetî Îranê fêm kir ku bijardeya leşkerî ya li dijî wî ne vebijarkek di dema serdana Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bo herêmê de ye.”

Balyozê berê yê Rejîma Siyonîst her wiha got: “Yair Lapid” serokwezîrê niha bo vê rejîmê felaket e.

Balyoza berê ya Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley got ku danûstandinên nû yên Amerîka bi Îranê re ji bo vejandina rêkeftina atomî ya bi Îranê re, sîleyekê li rûyê Biden e.

Haley bal kişand ser gera 4 rojî ya Serokê Amerîkayê li Rojhilata Navîn, siyaseta Biden li hember Îranê ji bo Amerîkayê xeternak nirxand û îdia kir: “Îran firokeyên bê firokevan difroşe Rûsyayê û êrişî hêzên Amerîkayê dike, piştre Biden bi Îranê re rêkeftinê dike, dixwaze îmze bike. “

Haley, parêzvana rijd a siyaseta Donald Trump a vekişîna ji rêketinama navokî, da zanîn ku Biden bi redkirina rawestana li hember Îranê qelsî nîşan da.

Başa dön tuşu