CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin

Zilma Rejîma Siyonîstî li dijî filistîniyan hat şermezar kirin

Konseya Mafên Mirovan ya NY, îro îniyê li daxûyaniyekê reftarên neqanûnî û bi şidet ên Rejîma Siyonîstî li dijî neraziyên sivîl ên Filistînî li Zîvala Xezayê mehkûm kir û daxwaza sizadana wan kesan kir ku cinayetên şerî li Zîvala Xezayê cih anîne.

Ev biryarnama bi pêşniyara Pakistanê bi nûnertiya Rêxistina Hevkariya Îslamî radestî Konseya Mafên Mirovan ya NY kir û serê axirê bi 23 dengên erê, 8 dengên neyar û 15 dengên bêla hate pejirandin.

Ji destpêka meşa ser navê “Mafê Zivirînê“ li Zîvala Xezayê heta niha zêde ji 200 filistînî şehîd bûne û bi hezaran kes jî birîndar bûne û herwisa  ji ber dorpêça Zîvala Gazayê dewa-derman û madên xwarekê li vê navçê gelek kêm bûye ku ev babetane, ji hegerên srekene bona nasandina cinayeta şerî ya Rejîma siyonîstî ji aliyê Konseya Mafên Mirovan ya NY.

Başa dön tuşu