ÎranNûçeRojhilatanavin

Du gemiyên mûşekavêj ên Îranê giheştin peravên Deryaya Xezerê li Bakûyê

Gemiyên mûşekavêj ên Peykan û Coşenê yên Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê bi mebesta beşdarîya li Pêşbirkên Kapa Deryayê ya 2018`an a Welatên Dorhêla Deryaya Xezerê bi pêşwaziya rayedarên hêza deryayî ya Komara Azerbaycanê gihîştine perrava Bakûyê.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRIB Newsê, Naxuda yekem Arya Şefeqet Rûdserî fermandarê koma gemîvanên şandî ji Îranê derbarê şandina gemiyên mûşekavêj ên Peykan û Coşenê yên Hêza deryayî ya artêşa Îranê bo Komara Azerbaycanê got: Ev gemî hilgirê peyama aştî û dostiya gel û dewleta Îranê bo Komara Azerbaycanê ne.

Naxuda yekem Şefeqet Rûdserî bal kişande ser lidarxistina rêkeberiyên Kapa Derya 2018 li Komara Azerbaycanê û hêvî kir ku beşdariya li van pêşbirkan biakre ji billî xurtkirina şiyana cengî, bibe sebeba berfirehkirna pêwendiyan û mayîndetiya gellek baş li warê ewlehiya welatên dorhêla Derayay Xezerê.

Pêşbirkên kapa Derya 2018 ya welatên dorhêla Deryaya Xezerê ji 31ê Tîrmehê va bib qasî 10 rojan bi beşdaria yekîneyên ser avê û gemiyên mûşekavêj ên Rûsiye, Îran, Qezaqistan û Komara Azerbaycanê dê werin lidarxistin.

Gulleavêtina bo armancên ser avê, hewayî û jinavbirina mayînan, kontrola ziyanê û operasiyona rizgarkirn û filitandina li deryayê ji wan çiqan e ku welatên beşdar li van pêşbirkan dê bikevin rikeberiyê,.

Başa dön tuşu