Zirûfên heyî divê jibo xurtkirina gihandina alîkariyê bo xelkê îzabûyî yê Helebê û pêkanîna rewşa ewleh bi xizmetên pêdivî jibo xelkê vê navçê bi mêhweriyeta dewleta Sûriyê besîc bibin
Elî Şemxanî Sekreterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê roja yekşemê li hevdîtina Eleksander Lavrontîv şandiyê taybet ê serokomarê Rûsyayê ku sefera Têhranê kiriye got : Azadkirina Helebê cardin siyasetên rojava û alîgirên wan ên navçeyî derheq pêkanîn û piştgiriya ji terorîzmê û berevaniya giştalî ji endamên şikestxwarî yên tekfîrî danî ber qezaweta raya giştî ya cîhanê.
Elî Şemxanî destnîşan kir medyayê rojava-erebî û îbrî ku nûçên nerast li bara xisarên însanî li Helebê diweşînin li bara pêwîstiya derxistina birîndaran û kesên kal û pîr ku zêde ji sê salan li bajarokên Fûe û Kefriyayê li dorpêça terorîstan de ne raporekê naweşînin.
Sekreterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ser pêwîstiya garantiyên pêdivî jibo dewama agirbesê li Helebê û dûrkirina komên çekdar ji derdora vî bajarî tekez kir û got: Zirûfên heyî divê jibo xurtkirina gihandina alîkariyê bo xelkê îzabûyî yê Helebê û pêkanîna rewşa ewleh bi xizmetên pêdivî jibo xelkê vê navçê bi mêhweriyeta dewleta Sûriyê besîc bibin.
Şemxanî herwiha azadkirina bajarê Stratejîk a Heleba Sûriyê encama însiyatîva Îran, Sûriyê û bereya berxwedanê da zanîn.
Eleksander Laverêntîv şandiyê taybet ê serokomarê Rûsiyê jî li vê hevdîtinê nihêrînên welatê xwe jibo zêdekirina hevdengiyên eskerî, ewlehî , siyasî û meydanî li Sûriyê xistin rojevê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)