Zivirîna dehan awareyên iraqî bo rojavaya Bexdayê

Qumandetîya operasiyona Bexdayê ji zivirîna 470 malbatên aware yên iraqî bo rojavaya Bexdayê xeber da.
Li gor rapora IRIB News`ê, qumandihiya operasiyona Bexdayê bal kişande ser zivirîna 470 malbatên aware yên iraqî bo rojavaya Bexdayê û ragihand ku ev awareyên hanê zivirîne malên xwe li navçên El-Şortan û El-Helabisê û eva axir grûpa awareyane ku diçin malên xwe li derûdora Bexdayê.
Pêştir jî Setar Newroz berdevkê wezareta muhacireta Iraqê ragihandibû sedî 45 ji awareyên Mûsil, Selahedîn, bakûra Iraqê,, Diyalê , Enbarê , rojhilat û rojavaya vî welatî zivirîne malên xwe.
Hêzên iraqî van rojana piştî işkesta tam a terorîstên DAIŞ`ê li nav vî welatî mijûlî paqijkirina paşmayiyên van terorîstan li hemû axa vî welatî ne û heta niha jî gelek ji navçên Iraqê bi tamî ji destê terorîstan azad kirine û mijar bona zivirîna awareyan amade kirine.