Sikritirê gişt ê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê roja Îniyê li nav koma beşdarên li meşa girseyî ya Mafê Vegeriyanê li Zîvala Xezeyê destnîşan kir: Ewên ku hêviya xwe li Azmerîkayê girêdane, di rastiyê da li benda alîkariya Şeytîn in.
Li gorî rapora IRNAyê, Sikritirê gişt ê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, Ziyad Nuxale tevî pêgiriya li ser vê yekê ku teslîmbûn heman mirine, got ku teslîmbûn dê nema bibe serketin, lê şehîdbûn dê gelê Filistînê bi ser xîne.
Sikritirê gişt ê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê Amerîka piştgirê sereke yê cinayetên Rêjîma Siyonîst da zanîn û got: Çekdarên Rêjîma Siyonîst bi çekên amerîkî gelê bindest ê Filistînê dikujin.
Zîvala Xezeyê di mehên dawî da bûye meydana kombûnên berfireh û beşdariya filistîniyan li meşa Mafê Vegeriyanê.
Meşa aram a Mafê Vegeriyanê ji 30ê Adara bihurî va bi boneya Roja Erdê li Zîvala Xezeyê dest pê bûye û hema wisa didome.
Ji 30 Adarê va heta niha derdora 200 filistînî li vê meşa girseyî bi gullyea leşkerên Israîlê şehîd bûne û zêde ji 21 hezar kes jî birîndar.