İslami Davet Kurdi Bange İslami

Ziyana ku êrîşên DAIŞ`ê li abora Iraqê xistin

Kiryar û êrîşên koma têrorîst a DAIŞ`ê ji bilî pêkanîna pirsgirêkên mirovî û siyasî, ziyaneke ciddî li abora Iraqê xistin.

Li gorî rapora duh a kanala têlêvîziyoniya El-Alemê, navenda lêkolînên erebî û navneteweyî ya Munteseriye ya Iraqê bi raporekê ragihand: Ji ber êrîşa koma têrorîst a DAIŞ`ê li ser Iraqê dûhatên nerênî li abora vî welatî çêbûne û beşeke berfireh a abora Iraqê tûşî daketinê bûye.

Navenda lêkolînên erebî û navneteweyî ya Munteseriyê li vê rapûorê destnîşan kir: Ji sedî şêst û pênc û nîvê karistan û navendên berhemanîna sivîl li navçeyên dorpêçbûyî ji aliyê DAIŞ`ê va ji nav çûne.

Li ser esasa vê raporê, rawestana projeyên jêrbinayî, kêmbûna sermayedanînê, kêmbûna derfirotin û kirrîna kelûpelan û ketina kontrola fabrîkeyên pêşeyî destê DAIŞ`ê da rewşa aborî ya vî welatî tûşî pirsgirêkên ciddî kiriye.

Komên têrorîst amor û dezgehên girîng ên fabrîkeyên berhemanînê dizîne û firotine.

Ji aliyê din va ziyanên ciddî li beşa cotkariya Iraqê ketine.

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ragihand ku ji sedî 40`ê berhemên cotkariyê li Iraqê ji nav çûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version