ÎranNûçeRojhilatanavin

Zulfeqarî: Bereya tekfîrî hela jî çalak e

Alîkarê ewlehîyê yê wezîrê karên hundur ê Îranê got: Koma têrorîst û tekfîrî ya DAIŞ`ê di warê veguhestina hêzan û dagirkirina warên curbicur da tûşî işkestê bûye lê bereya tekfîrî hela jî çalak e.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hosêyn Zulfeqarî alîkarê ewelhîyê yê wezareta karên hundur a Îranê îro li merasima rêzgirtin û nasandina rêvebirên giştî yên ewlehî û karên sînorî yên Îranê, bal kişand ser rewşa aloz a welatên cînarê Îranê û got: Bereya tekfîrî hela jî çalak e û ji bo bihêzkirina xwe sermayeguzarîyê dike.

Zulfeqarî bi gotina vê yekê ku ewlehîya serdest li Îranê ne tesaduf belkî encama hewldana sazî û dezgehên leşkerî û ewlehîyê û hestyarîya gel e, ragihand: Xweşbextane Komara Islamî ya Îranê di nav ewlehîyeke baş de ye.

Alîkarê ewlehîyê yê wezîrê karên hundur ê Îranê got: Kontrolkirin û çareserkirina meseleyên sîyasî, civakî û aborîyê û girtina pêşîya veguherîna van meseleyana bo qeyrana ewlehîyê yek ji pêngavên bibandor di warê dabînkirina ewlehîyê de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu