ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Zulfeqarî: Îran razî ye vîzeya Iraqê bê rakirinê

Serokê îranî yê navenda lidarxistina merasima çilê Îmam Hisên (S) got: Rûmet û ewlehîya zîyaretkirên îranî meseleyeke girîng e û rakirina vîzeya Iraqê hewcedarê çend pêngavan e.

Hisên Zulfeqarî îro li rex civîna navenda lidarxistina merasima çilê Îmam Hisên (S) li koma nûçegihanan, rakirina vîzeya Iraqê mijareke girîng û bingehîn zanî û got: Seredana zîyaretkirên îranî û iraqî pêwîst dike ku Îran û Iraq tivdîrekê ji bo hêsankirina vê pêngava meinewî û pîroz bikin.

Serokê îranî yê navenda lidarxistina merasima çilê Îmam Hisên (S) herwiha got: Îranê pêngavên pêwîst ji bo rakirina vîzeya Iraqê rakirine lê, dewleta Iraqê bi hegera rewşa ewlehîyê û nebûna nijyarên pêwîst ji bo jordabirina hejmara zîyaretkiran di dema çilê Îmam Hisên (S) de hin pêngavan rake.

Zulfeqarî herwiha got: Rakirina vîzeyê di navbera Îran û Iraqê de hewcedarê hin zemîneyan e û heke ew zemîne heta astekê bên dabînkirin, her du welat yê vîzeyê rakin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu