IraqNûçeRojhilatanavin

Li bakûrê Remadiya Iraqê du navçe hatin azadkirin

Fermandarê opêrasiyona Enbara Iraqê ragihand ku du navçeyên Elbu Rîşe û Tuyê li bakûrê rojavaya bajarê Remadiyê li parêzgeha Enbarê ji bin kontrola çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê hatine rizgarkirin.

Fermandarê opêrasiyona parêzgeha Enbarê, Ismaîl Mehlawî roja îniyê, 8`ê Tîrmeha 2016`an, ragihand ku navçeyên Elbu Rîşe û Tuyê yên ser bi bakûrê rojavaya Remadiyê bi tamî ji bin serdestiya DAIŞ`ê hatin derxistin.

Ismaîl Mehlawî her viha got: Hêzên tîpa 16`an a artêşa Iraqê û hêzên polîsê Enbarê û hêzên gelanî karîn ku du navçeyên Elbu Rîşe û Tuyê li bakûrê Remadiyê azad bikin.

Navenda fermandetiya opêrasiyona Enabrê roja buhurî jî ragihandibû ku navçeya Zenkûrê ji bin kontrola DAIŞ`ê hatiye derxistin.

Hêjayî gotinê ye ku hêzên artêş û hêzên gelanî yên Iraqê li mehên buhurî da karîn ku bajarê Remadiyê ji bin dagîrkeriya komam têrorîst a DAIŞ`ê azad bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu