ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Muhemed Baqirî : “Îran û Iraq li bara qebûlnekirina giştpirsiya li bakurê Iraqê, helwêsteka hevpar hene“

Serdar serleşkir Muhemed Baqirî serokê erkantiya  giştî ya hêzên çekdar ên Îranê roja çarşemiyê piştî hevdîtin û gotûbêja  tev serleşkir Usman  El-Qanemî serokê erkantiya artêşa Iraqê li Têhranê li civîna rojnamevaniyê ya hevpar diyar kir: “Li vê hevdîtinê me  serketinên  artêş û gelê Iraqê û paqijkirina  vî welatî ji lepên reorîstên tekfîrî pîroz kir û ser dewama  piştgiriyên Îranê ji dewlet. artêşê, Heşda Şebî û serweriya Iraqê teqez kir“.

Serleşkir Baqirî destnîşan kir: “Îran û Iraq dijberê guhertina erdnîgariya  Iraqê û cidabûna  beşek ji vî welatî ne“.

Baqirî destnîşan kir:  “Komara Îslamî ya Îranê, Iraqa yekperçe û yekgirtî bi fermî nas dike û sînorên  hevpar ên Îranê tev Iraqê sînorên  qanûnî yên niha ye“.

Wî got: “Îran tu hakimiyetekê jibo partî û koman li bakurê Iraqê qayîl nîne“.

Serleşkir Usman  El-Qanemî serokê erkantiya  artêşa Iraqê jî got: “Li vê hevdîtinê li bara hevkariya eskerî navbera du welatan û hewahengiyên pêdivî li vê rewşa  biqeyran û hestyar, her wiha  dabînkirina  ewlehiya  sînorên du welatan gotûbêj hat kirin“.

Serokê erkantiya artêşa Iraqê destnîşan kir: “Komara Îslamî a Îranê tim di kêleka  Iraqê bûye û li pêşerojê jî heya gihêştina bo aramî û avedankirinê dê li kêleka gelê Iraqê be“.

Serleşkir Usman El-Qanmî serokê erkantiya artêşa Iraqê berêvara  çarşemiyê tev  taximeka  pileilind  a eskerî gihêşt Têhranê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu