IraqNûçeRojhilatanavin

Li Iraqê hejmara leşkerên hêzên koalîsyonê tê kêmkirin

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe de ragihand ku piştî operasyona rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê wê hejmara leşkerên hêzên koalîsyonê li Iraqê werin kêmkirin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di axaftina xwe ya saziyên medyaya cihanê de got: “Piştî ku me rêxistina terorîst a DAIŞê ji holê rakir divê hejmara leşkerên koalîsyonê jî werin kêmkirin. Piştî ku DAIŞê 10ê Hezîrana 2014an bajarê Mûsilê bi dest xist Nurî Maliki bangî hêzên Amerîkayê kiribû. Lê hikûmeta heyî ev tekoşîna dijterorê derxiste asta navneteweyî.”

Heyder Ebadî di berdewamiya axaftina xwe d got: “Li nava axa Iraqê bi temamî 5 hezar leşkerên amerîkî hene. Em dixwazin ev leşker artêş û hêzên me yên ewlehî perwerde bike. Ne tenê Amerîka ji hemû hevalbendên xwe diwazin ku li gorî standardan artêş û hêza ewlehî perwerde bikin. Niha li Enbar, Nînova, Salahaddin û li Bexdayê me dest bi perwerdeya polêsên herêmî kir. Em ê vê perwerdehiyê li hemû bajarên Iraqê pêk bînin. Hêza tekoşîna dijteror û artêş jî wê tevlî vê bibe.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu