IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Bişar Esed: Heleb hêviya dawîn a terorîstan bû ku ji destê wan derket

Serokkomarê Sûriyê got, piştî têkçûna terorîstan li Şam û Humsê, Heleb hêviya dawîn a wan û piştgirên wan bû û şikestên bi dûhev ên li vî bajarî, tê vê wateyê ku êdî welatên rojavayî nikarin di vê mijarê de bi ser bikevin.

Bişar Esed, bal kişand ser operasyona leşkerî ya li Heleblê û got: biryara jibo azadkirina hemî axa Sûriyê, ji destpêka qeyranê ve hatibû dayîn ku Heleb jî beşek ji vê pêlanê bû. Em tu rojekê li fikra terikandina navçeyekê yan devberdana ji bajarekê nebûn. Alûgorên leşkerî yên li van salên dawiyê bûn sedema vê yekê ku rewşa heyî ya niha bi dest keve.

Esed Herwiha got: Azadkirina navçeya rojhilatî ya Helebê nakeve çarçoveya siyayê belki operasyoneka xwezayî û asayî ye. Serokkomarê Sûriyê got: Azadkirina bajarê Helebê, tê vê wateyê ku êdî terorîst û welatên piştgirên wan nikarin bi ser kevin. Kesê ku ji hêla leşkerî va li Şam yan Helebê bi ser keve, vê destkevtên girîng ên siyasî û leşkerî bi dest bêxe ji ber ku ew du bajarên hanê ji hêla siyasî û aborî ve pirr girîng in.

Esed destnîşan kir: Amerîkî li ser agirbesa li Helebê pêkutiyê dikin jiber ku kirêgirtiyên wan ên terorîst di rewşeka dijwar da ne. Her ji ber vê yekê ye ku dengê nalîna wan rabûye û xwestina agirbesê tenê bûye gotineka siyasî.

Wî li ser peywendiyên di navbera Rûsya û Sûriyê de jî got: Em dixwezin ku ev peywendiyane qahêm bibin û berî qeyranê û piştî qeyranê jî me Rûsyê vexendiye ku li Sûriyê sermaye dayne.

Serokkomarê Sûriyê, li bara Tirkiyê jî got: Em hêvîdar in ku kesayetiyên agehdar û aqilmend ên li Tirkiyê, bikaribin Erdogan îqna bikin ku ji ehmeqtiya siyasî ya li hember mijara Sûriyê, paşda bikişe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu