NûçeFilistînÎranRojhilatanavin

Abdullahian: Zemîn ji bo agirbesteke mayînde ya li Xezeyê heye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan got, “Eger Amerîkiyan û Rojavayî sozên xwe bi cih bînin û li ser sozên xwe cih bigirin, wê zemîn ji bo agirbesteke mayînde û çareseriya pirsgirêka Gazzeyê pêk were.”

Emîr Ebdullahiyan îro Çarşemê li kêleka civîna civata wezîran got: Em di wê baweriyê de ne ku eger Amerîkî û rojavayî soza xwe bi cîh bînin û pabendî sozê bin, zemîna agirbesta li Xezayê û çareserkirina pirsgirêkên li vê herêmê heye. ”
Got jî: Netanyahu û tundrew bi hemû hêza xwe bo berdewamîya şer dikin, ji ber ku dibe agirbest ji bo wan were wateya qeyraneke nû.

*Berî Operasyona Soza Rast me Amerîka hişyar kir ku her tedbîrek li dijî me dê rastî bersiveke lezgîn û bi biryar were.

Wî got: “Piştî êrîşa eşkere ya ser balyozxaneya me li Şamê, ku binpêkirina rêgez û peymanên navnetewî bû, me hişyarî da ku eger Amerîka li dijî berjewendîyên Komara Îslamî ya Îranê tevbigere, bersiva me bo baregehên Amerîka li herêmê. dê demildest û biryardar be.”

Got jî: Me dostên xwe li welatên herêmê ku baregehên serbazî yên Amerîka lê hene, berî operasyona El-Sadiq agehdar kirin ku peywendîyên me bi we re li ser bingeha dostanî û biratîyê ye.

Wî berdewam kir: Berevaniya me ya rewa di çarçoveya bihêzkirina hevkarî û ewlehiya navçeyî de ye, lê eger Amerîka xeletiyek bike emê baregehên wê bikin armanc.

Got jî: Di axaftin û peyamên dûv da me hewil da ku vê peyamê bigihînin dost û welatên cîran.

Wezîrê karên derve yê welatê me her wiha got: Piraniya welatên cîran beriya destpêkirina operasyonê me agahdar kirin ku em rê nadin tu êrişek li dijî Îranê ji welatê me were kirin.

Emîr Ebdullahiyan diyar kir: Hêvîdar e ku berteka Îranê li hember bêedaletiya siyonîst, her ku diçe aloziya navçê aram bike û mafên filistîniyan di vê çarçoveyê de misoger bike bi hemû derfetên xwe bi cîranên me û hemû welatên navçe û cîhanê re hevkarî bikin.

*Em hewl didin ku li şûna zextên siyasî pirsgirêkên li gel ajansa navneteweyî bi hevkariya teknîkî çareser bikin

Wezîrê karên derve yê Îranê di asteke din de got: Em serdana Grossî bo Îranê erênî dinirxînin û di vê serdanê de nêrînên giring ji bo hevkariyên bihêztir di navbera ajansê û Îranê de hatin hilkolandin û em hewl didin pirsgirêkên berferehtir bi rêya hevkariyên teknîkî li şûna siyasî çareser bikin. çap.

Got jî: Di dema gotûbêjên digel birêz Grossî de, me bi zelalî got, her dema bi şêweyekî teknîkî tevdigere, rewş baş dibû, lê her dema ku di bin bandora fişarên derve de kar dikir, dengvedaneke medyayî çêdibû.

*Îran û Misir bi biryar in ku têkiliyên dîplomatîk ava bikin

Wezîrê Derve yê Misirê jî destnîşan kir ku Îran û Misir bi biryar in ku têkiliyên dîplomatîk pêk bînin û got: Di serdana xwe ya dawî de bi Wezîrê Karên Derve yê Misrê birêz Sameh Şukrî re hevdîtin pêk anîn û her du welat bi biryar in ku peywendiyên xwe ava bikin. . Ji ber vê yekê em li ser amadekirina nexşerêyek ji bo vegerandina têkiliyên dîplomatîk dixebitin.

Bir yanıt yazın

Başa dön tuşu