ÎranNûçeRojhilatanavin

Balyozxana Îranê li Pakistanê: Têhran, Al Qaidê dijminê aştî û ewlehîya cîhanê dizane

Sefareta Îranê li Islamavayê wek berteka li hemberî idiaya hin mêdyayên pakistanî têkildarî peywendîya Îranê bi koma têrorîst a Al Qaidê re pêgirî kir: Têhran, Alqaidê dijminê aştî û ewlehîya cîhanê dizane.

Hin mêdyayên pakistanî bi weşandina hin nûçeyan idia kirine ku Îranê têkilî bi koma têrorîst a Al Qaidê re heye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, balyozxana Îranê li Pakistanê îro li daxûyanîyekê têkilîya Têhranê bi koma têrorîst a Al Qaidê re ret kir û ragihand: Heke dîroka 40 salên buhurî ya Îranê bê xwendinê û herwiha xisarên madî û canî yên li Îranê ketine bên berçavgirtinê, dê were dîtin ku Îran pêngavên teqil li dijî têrorîsmê radike.

Hêjayî gotinê ye ku di 40 salên buhurî de 17 hezar welatîyên îranî bûne gorîyê êrişên komên têrorîst ên Munafiqîn, Al Qaide, Taliban û DAIŞ`ê.

Başa dön tuşu