ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê giranqedre Cîhanê li koma berpirs û kargêrên nizamê

Rêberê giranqedr ê Cîhana Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Amerîkiyan pişkek girîng ji soz û qirarên xwe li bara rêketina navokî cih neanîn, lê Îranê sozên xwe yên destpêkê cih anîne û zengînkirina sedî 20 a uraniyomê û kar û xebatên li teşkîlata navokî ya Firdoyê û ava giran a Erakê rawestandine.

Hezretê Ayetullah uzma Xamineyî rêberê giranqedr ê cîhana Îslamî ya Îranê êvara sêşemê li hevdîtina berpirs û kargêrên Nizama Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku rêketina navokî hin babetên xwe yên erênî hene û hin kêmasî û noqsaniyên xwe jî hene, li dewamê de rêberê Înqilabê bal kişande ser çendîn babetên ku Amerîkayê sozên xwe li bara vê rêketinamê cih neanîne û destnîşan kir: Wezîfa aliyê gotûbêja tev Îranê eva bû ku boykotên dijî Îranê ji holê rake, lê wan ev pêspartiya xwe cih neanî, yanî pişkek ji boykotan bi awayekî hatine hilanînê, lê li eslê xwe de boykotên dijî Îranê hîn jî berdewam dikin.

Rêberê giranqedr ê cîhana Îslam bal kişande ser çaresernebûna pirskirêka danûstandinan di navbera bankên Îranê û yên biyanî û destnîşan kir: Karbidestên dewleta Amerîka bi zimê xwe û bi weşandina daxûyaniyê dibêjin ku tu berbendek ser riya danûstandinên bankî navbera Îranê welatên din nemaye, lê li pratîkê de karekî dikin ku bankên biyanî newêrin bi bankên Îranê ra danûstandin hebin.

Rêberê giranqedr ê cîhana Îslamî bal kişande ser babetên ne zelal ên belge û seneda rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 ku bûye sebeb hin aliyên gotûbêjê ji van babetên nezelal bi nerewayî sûdê werbigirin û destnîşan kir: Îran li destpêkê qet naveroka rêketina navokî bin pê nake ji ber ku cih anîna soz û qiraran li gor ferman û hukmê Qurana Kerîm e, lê eger bê û gefên berbijarên serokkomariya Amerîka ku dibêjin ew ê Rêketinnama Navokî bidirînin serê xwe bigre, Îran êgir berdide vê rêketinnamê ku eva jî fermaneke Quranî ye li bersêva kesên ku soz û qiraran bin pê dikin.

Hezretê Ayetullah uzma Xamineyî rêberê giranqedr ê cîhana Îslamî bal kişande ser dijminatiyeke eşkera tev Îranê, ku eva seratir ji dijberî û neyariyên normal ên di navbera welatan da zanîn û destnîşan kir: Nizama Îslamî li gor bingeh û qayideya fikrî û emelî ya îslamî, li dij kedxwarî, îstekbar, zilm, newekhevî û cihê rengî  siyasetên zorbêjane ye û terseyî ew hemû zextûzorana deshilat û bandora wê li navçê û cîhanê de her ku diçe zêde û berfire û nizama Îslamî ya Îran wekî qaweteke nû, berjiwendiyên zalimane yên hêzxurtên koloniyalîst têxe nav astengî û pirsgirêkê.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî herwisa bal kişande ser viya ku tenê riya sekinîna li hemberî pîlanên dijmin istifada baş û mantiqî ji zirûfên heyî û zêdekirina qudret û îqtedara welêt e û got: Dijmin ji ”Şebekeya îstekbarê” pêk tê ku dewleta Amerîkayê serkêşiya wê dike her wiha dijmin ji şebekeya siyonîstîm pêk tê ku sembola wê  rejîma sexte û bêbinyat a siyonîstî ye.
Rêberê giranqedr ê cîhana Îslamî bal kişande ser viya ku birek wisa fikir dikin ku Îran dikare bi Amerîka re rêkeve û pirsgirêkên xwe çareser bike û ser vê yekê got: Ev nêhrîna şaş e û ew ji fikreke bi wehm û xeyalî tê der ji ber ku pirsgirêka sereke ya amerîkiyan hebûna nizama Komara Îslamî ya Îran ye û bi gotûbêjê û peywendiyê çareser nabe, çûnku deshilat û serxwebûna ku ji Îslamê çavkanî bigire ji aliyê îstikbarê nayê pejirandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu